Îro Înê 11`ê Sermawezê xelkê bajarên Sîstan û Belûçistanê piştî nimêja Înê hatin ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandanek berfireh lidar xistin.
Li bajarên weke “Zahidan, Îranşehir, Duzap, Rasik, Çabihar, Xaş” û çendîn bajarên xwenîşandan hebû.
Her di vê pêwendiyê de li xwenîşandanên îro yên bajarên Sîstan û Belûçistanê de hejmarek zêde jin jî beşdar bûne û bi dengê bilind silogana “Çi bi hicab û çi bê hicab ber bi şoreşê ve diçîn” .
Herwisa weke ku li wê dîmenê de xuyaye li ser esmanê bajarê “Çabiharê” balafirên leşkerî diger in.
Li bajarê Zahidanê hêzên hov yên rejîmê bi guleyên saçimeyî û gazên rohndikrêz êrîşî ser xelkê kirin û çend kes jî birîndar bûne.
Herwisa di vê xwenîşandaên de hevwelatiyên Belûç li ser şeqaman silogana “Mirin bo dîktator” mirin bo Xamineyî dan, û bi bilindkirina pilakartan ku li ser hatibûne nivîsandin “Tehran bibe Kurdistan, Îran dibe Gulistan” “Para Belûça li Îranê tenê gule û îdam e”.
Ji aliyek din ve êrîşkirine ser binkeyeke rejîmê û şewitandin.