Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê jin bo komîteya lêkolînkirina rastiyan û binpêkirinên mafên mirovan li Îranê hatin hilbijartin

10:52 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Li gor rapora malpera Şêwreya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku roja Sêşemî 29`ê Sermaweza 1401`an(20`ê Kanûna Pêşîn) belav kiriye, sê jinên bi navên “Sara Husên” seroka vê komîtê û ji Bengladişê “Shahîn Serdar Elî” ji Pakistanê û “Viviana Krsticevich” ji Arjantînê, berpirsiyarê rêvebirina komîteya şopandina rastiyan li Îranê ne.

Berî niha Civata Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî di civîneke bilez û taybet de, biryarek li ser bingeha yek ji bendên xwe pejrandibû ku, komîteyeke navdewletî ya serbixwe ya şopandina rastiyan ji bo tomarkirina belgeyên binpêkirina mafên mirovan di Îranê de dê ava bike.

Herwisa çalakvanên mafên mirovan jî di vê pêwendiyê de dibêjin, ev mijar ji bo zelalkirina rastiyan û pêkanîna edaletê ji bo rizgarbûyên binpêkirinên mafên mirovan gelekî girîng e.