Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya xwenîşandanên xelkê li dijî cinayetên rejîma Îranê

11:03 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Pêka dîmenên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin xuyaye ku hevwelatiyan bersiva dawî banghêjiyê ku ji aliyê xelkê û navendên cuda ve hatibûne belavkirin dane û şeva derbasbûyî 29`ê Sermawezê weke şeva Duşemî 28`ê Sermawezê xelk li ser şeqaman bûn.

Pêka dîmenên ku di medya û torên civakî de belavbûne, li bajarên “Kerec û Tehran”ê ku du bajarên mezin yên Îranê ne hevwelatiyên zêde bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember rejîma cinayetkar û herfîna wê rejîmê li ser şeqaman bûn û bi hevre siloganên weke “Mirin bo Xamineyî” dan.

Herwisa li çendîn bajarên din yên Îranê ciwanên bêzar ji rejîmê navend û cihên girêdayî rejîma Îranê şewitandin, û li ser der û dîwarên bajêr li dijî rejîma melayan silogan nivîsandin.