Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekarên zanîngeha “Hemedan”ê li hember îdamkirina serhildêran rû li karbidestên rejîmê nerizayetî nîşan dan

11:44 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Duh Sêşemî 29`ê Sermawezê, Berdevkê dewleta Reîsî “Elî Behadorî Cehrumî” di seredankirina zanîngeha “Bû Elî” ya bajarê “Hemedan”ê de digel nerizayetî nîşandana xwandekarên wê zanîngehê rûbirû bû.

Yek ji wan xwandekaran bi awayekî tund rû li wî karbidestê rejîmê kir ku got : “Me azadiya ramanê heye, l, di Komara Îslamî de azadiya piştî gotinê tune ye.”

Herwisa di beşek din a gotinên xwe de bas ji sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser serhildêran de kir û ragihand ku bi sedema şewitandina zibildankan û girtina rêyan, hûn tohmetên şer li dijî xwedê bi ser ciwanan de disepînin û wan bidarvedikin, eva ye şer digel xwedê?.”

Di dema wan gotinan de xwandekarên ku li wir amadebûn bi hev re gotin “Bî şeref bî şeref” û rû li karbidestê rejîmê kirin û jê re gotin “Direvker”.