Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî Belûç cezayê bidarvekirinê bi ser de hat sepandin

12:06 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Roja Duşemî 28`ê Sermawezê hevwelatiyekî Belûç yê bi navê “Şueyib Mîrbelûç Zehî” xelkê Belûçistanê, ku di meşa xwenîşandanên seranserî de hatibû binçavkirin, ji aliyê dezgeha dad a rejîmê cezayê îdamê bi ser de hat sepandin.

Kempeyna Çalakvanên Belûç ragihandiye ku, navbirî dema ji mala xwe derdikeve ji aliyê hêzên rejîmê ve tê binçavkirin û piştî mehekê ji binçavkirinê bi tohmeta “Şer digel xwedê” cezayê îdamê bi ser de hatiye sepandin.