Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Amerîkayê daxwazkirine ku zêdetirîn givaşên mafê mirovî bixin ser Îranê

12:28 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Roja Sêşemî 29`ê Sermawezê “Tîm Kîn” Senatorê Hizba Demokrat a Amerîka yê, di hevpeyvînek televizyonî de ragihand ku, piştî derixistina rejîma Îranê li Komîsyona  Pêgeha Jin a Saziya Neteweyên Yekbûyî de, divê bîr ji stiratîjî û rêyên nû yên din bên kirin heta ku bi eşkereyî nîşan bidin ku reftarên rejîma Îranê li derheq gelên Îranê çend nemirovane ye û divê givaşên zêdetir bixine ser rejîma Îranê heta ku dawî bi tepeser kirinê bîne.

Herwisa ji aliyek din ve “Mît Ramênî” senatorê Komarîxwaz ragihand: “Ya ku di Îranê de diqewime reftarên dirindane yên rêberên rejîma Îranê li hember xelkê serhildêr de ye ku daxwaza mafên xwe dikin, û ew reftarên rejîma Îranê divê bibe sedem ku cîhan bi çavek nerênî mêzeyî Îranê bike û civaka cîhanî li hember wan reftarên nemirovane bê deng nebe.