Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Îran hemû rêyek bo lihevkirina Bercamê daxistiye

12:36 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Nûnerê Amerîkayê bo kar û barê Îranê “Rabêrt Malî” roja Sêşemî 29`ê Sermawezê, li ser pirsa lihevkirina Bercamê digel Îranê li ser rûpela xwe ya tiwîterê nivîsand: “ Rejîma Îranê hemû hewlên gihîştin bo lihevkirina pirsa navikî ji beyin biriye û eva yekemîn car nîne ku rêberên wê rejîmê pişt ji lihevkirinekê dikin ku hemû welatên xwedî hêz li ser wê hevdeng in.”

Herwisa hevdem digel ew tiwîta “Rabêrt Malî” berpirsek din yên Amerîkayî di gotûbêjekê de digel nûçegihaniya “El-Erebiye” ragihandiye ku, di niha de lihevkirin digel Îranê bo Amerîkayê xala sereke nîne û ya ku bo Amerîkayê girîng e, eva ye ku bi ti awayekî rê nede destê rejîma Îranê bigihîje bi çeka navikî.