Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di girtîgehên xwe de cinayetan diafirîne

16:23 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Pêka nûçeyên gehiştinî bi Navenda Nûçegihaniya PDKÎ rejîma Îranê di girtîgehên xwe de bi awayekî hovane welatiyên binçavkirî îşkene dike.

Di vê deheqê de yek ji mirîşorên goristanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber parastina ewlehiya wî navê wî nayê êşkere kirin ragihandiye ku: “Dema termê wan xortan dişom dizanim û dibînim ku çi bi ser wan anîne û heta ragihandiye ku li ser leşê wan kesan cihê daxkirinê bi otyên elekterîkê xuya bûye, û kes hebûye bi sedema lêdan û hebûna birînên zêde min nekariye wan bişom.”

Rejîma Îranê di girtîgehên xwe de ji hemû cure lêdan û îşkenceyeke hovane mifahê werdigre û xwe ji ti tiştekê naparêze, heta niha çendîn xortên Kurd bi sedema lêdan û îşkenceyên hêzên hov yên rejîmê şehîd bûne.