Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn parlemantarên Swêdê daxwaza herifîna rejîma Îranê kirine

10:17 - 22 Kanûna pêşîn 2022

Çendîn parlemantarên Swêdê yên bi regez Îranî bi belavkirina girte vîdiyoyekê, ji bo herifandina rejîma Îranê daxwaza hevgirtinê ji xelkê Îranê kirine.

Parlemantarên parlemana Swêdê “Erdelan Şikerabî, Elîriza Axûndî û Azadê Rochan” di girte vîdiyoyekê de daxwaz ji tev çalakvanên siyasî, civakî, çandî û zanîngehan kirine ku bo herîfandina rejîma Îranê hev bigrin.

Di girte vîdiyoyê de dibêjin: Em tevî daxwaziya demokrasî û azadiyê daxwazê dikim ku bo rawestan li hember Komara Îslamî rêkxistinê bikin û hev bigrin”.

Herwisa parlemantarên din ên Parlemana Swêdê yên wek “Aylîn Faziliyan” bi zimanê Tirkî, “Lawîn Rêdar” bi zimanê Kurdî û “Arîn Karapêt” bi zimanê Ermenî, di vê girte vîdiyoyê de axivîn û piştgiriya serhildana xelkê Îranê kirin.