Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê tehrîmên nû xiste ser rejîma Îranê

10:44 - 22 Kanûna pêşîn 2022

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, dadsitanê giştî yê rejîma Îranê û 6 kes ji fermandên Spaha Pasdaran a terorîst û navendeke leşkerî ya rejîma Îranê xiste nav lîstê dopêçan.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, bi sedema berdewamiya serkutkirina neraziyan û îdamkirina 2 ciwanên serhildêr ji aliyê rejîma Îranê ve, dadstanê giştî yê rejîma Îranê “Mihemedceifer Muntezirî” û herwisa 6 fermandên Spaha Pasdaran a terorîst tehrîm kirin.

Pêka daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, Fermandê Saziya Ewlehiya Spaha Pasdaran “Mihemed Kazimî”, Cihgirê Operasiyonên Spaha Pasdaran a terorîst “Ebas Nîlfiroşan”, Berpirsê Beşa Saybirî yê Besîcên rejîmê “Muslim Mo`în”, Cihgirê Hevahenkerê Besîcên rejîmê “Husên Meirûfî”, fermandeyê Spaha Pasdaran a Tehranê “Hesen Hesenzade”, Fermandê hêzên Beytûlmuqeddes” a Spaha Pasdaran li parêzgeha Sineyê “Sadiq Husênî” hatine tehrîmkirin.

herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê kompaniya “Îmen Sen`et a Zeman Fera” ku bo hêzên taybet alavên serkutkirinê berhem tîne, xiste nav lîstê dorpêçan.

Di vê derheqê de Cihgirê Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê li karûbarê terorîzmê “Brayan A. Nîlson” gotiye: “Ez bi sedema zêdebûna tundûtijiyên rejîma Îranê li hember xelkê wî welatî ku berevanî ji mafê xwe dikin, şermezar dikim”.