Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê Murteza Telayî û 8 kes û damezraweyên din yên rejîma Îranê siza da

09:57 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Dewleta Kanadayê di şeşemîn besteya tehrîmên xwe de, 4 kes û 5 damezraweyên rejîma Komara Îslamî ya Îranê xiste nav lîstê tehrîman.

Kanadayê ev 4 kes û 5 damezraweyane bi sedema “binpêkirina sîstematîk a mafê mirovan û têkdana aştî û ewlehiya navdewletî” tehrîm kirine.

Ev damezrawe û kesên ku ji aliyê dewleta Kanadayê ve hatine tehrîmkirin wiha ne: “Murteza Telayî Fermandê berê yê Spaha Pasdaran û Serokê Polîsê Tehranê, Elî Qinaetkar Mawerdiyanî, dadwer û lêkolînerê girtîgeha Êvînê, Hesen Kermî, Fermandarê Yekîneya Taybet a Hêza Întizamiya rejîmê û Şîrketa Xizmetguzariyên Esmanî ya ku di veguhestina dironên Îranê bo Rûsyayê de çalak bû, kompaniya Beharistan Kîş ku tayeke girêdayî Spaha  Pasdaran e û Ajansa Nûçegihaniya Cewan a girêdayî Besîcan a ser bi Spaha Pasdaran hatine tehrîm kirin.

Du hefte berî niha jî, dewleta Kanadayê 4 kes bi tawana binpêkirina mafê mirovan û du damezraweyên pîşesaziya firokevaniya Îranê jî bi hinceta şandina dironên xweteqîner ji bo Rûsyayê tehrîm kiribûn.