Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdên serhildana seranserî\ 506 xwenîşander hatine şehîdkirin

11:31 - 22 Kanûna pêşîn 2022

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî “Hêrana”, nûtirîn amara şehîdên serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê belav kiriye û daye zanîn, ji 26ê Xermananê heta 30ê Sermawezê, 506 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin ku 69 ji wan zarok in.

Hêranayê daye zanîn ku 18,477 kes hatine girtin û tenê nasnameya 4020 kesan eşkere bûye.

Heta niha bi giştî 1,196 kombûnên bajarî û zanîngehî li dijî rejîma Îranê hebûne û herwisa li 144 zanîngehan de xwendekaran xwenîşandan kirine û 654 xwendekar ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.