Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşger şeqamên Kurdistan û Îranê çol nakin

11:38 - 22 Kanûna pêşîn 2022

Xelkê serhildêr ên gelên Îranê bi taybet li Kurdistanê, di dirêjtirîîn şeva salê de, bi armanca nîşandana nerizayetiya xwe û rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên serhildana “Jîna”yê, rijiyane ser şeqaman û şevek şoreşgêrane li ser şeqaman derbas kirin.

Pêka girte vîdiyoyên belavbûyî, ciwanên şêreşgêr ên Kurdistan û Îranê, şeva Çarşemî 30ê Sermawezê li dirêjtirîn şeva salê wate şeva Yeldayê, li bajarên Kurdistanê bi taybet li bajarên “Sine û Seqiz” û herwisa li bajarê Tehranê, rijiyane ser şeqaman û bi silogana “biherîfe Komara pet û sêdare”, li hember hêzên dagirker sekinîn.

Şeva derbasbûyî li bajarê Sinê, ciwanên şoreşgêr û bivêr ên wî bajarî, bi hilkirina agir û daxistina şeqamên sereke ên bajar û strandina sirûdên şoreşgêrane, daxwaza herîfîna rejîma kevneperest a axûndî kirin.

Hevdem li bajarê “Jîna Emînî”yê wate bajarê Seqizê, ciwanên bivêr ên Kurdistanê li wî bajarî, bi hilkirina agir û daxistina şeqamên sereke ên bajar û herwisa siloganên “şehîd namirin û rêya şehîdan berdewam e”, pêşewazî ji şeva Yeldayê kirin.

Şeva derbasbûyî li bajarê Tehranê, li çendîn tax û şeqamên wî bajarî, xelkê nerazî û serhildêr bi rêpîvîn û xwenîşandan lidarxistin, li taxa “Se`adetabad” a wî bajarî, ciwanan bi hilkirina agir û silogana “merg û neman bo dîktator”, li hember hêzên rejîmê sekinîn.