Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê 58 welatî di bin metirsiya îdamkirinê de ne

12:24 - 22 Kanûna pêşîn 2022

Nûçegihaniya “Hêrana”yê di nûtirîn rapora xwe de belav kiriye ku gefa îdamkirinê li ser 58 kes ji binçavkiriyên serhildana gelên Îranê heye.

Nûçegihaniya “Hêrana”yê roja Çarşemî 30ê Sermaweza 1401an a Rojî, di nûtirîn rapora xwe de li derheq rewşa binçavkiriyên serhildana gelên Îranê nivîsiye: “Di niha de 58 hevwelatiyên Îranê ku di heyama serhildanê de ji aliyê hêzên çekdar ên rejîmê ve hatibûne binçavkirin, ji aliyê binav Dezgeha Dad a rejîmê ve tohmetên narewa bi ser wan de hatine sepandin û gefa îdamkirinê li ser wan heye”.

Herwisa wê nûçegihaniyê di vê derheqê de ragihandiye ku ji vê amarê, 2 zarok û 2 jî jin tê de ne ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin û gefa îdamkirinê li ser wan e û rejîma Îranê di dadgeheke nedadperwerane de, ew bi tohmeta “muharibe û mofsêd fî erz” dadgehî kirine û cezaya îdamkirinê bi ser wan de sepandiye.