Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhemên hunerî yên pêşmergeyekî Kurdistanê li malpereke binav û bang de hatine belavkirin

16:39 - 22 Kanûna pêşîn 2022

“Kêywan Fatihî” pêşmergê Kurdistanê li derheq bûyerên Kurdistan û Îranê karek taybet encam daye û berhemên wî li malpera binav û bang a “Midsdle East Images” hatine belavkirin.

“Kêywan Fatihî” li derheq berhemên xwe yên ku li malpera “Midlle East Images”ê hatine belavkirin, gotiye: “Ew berhemane beşek ji wan bûyerên rast û tal in ku bi giştî li Îran û Kurdistanê di gorê de ne.”

Herwisa wî hunermendê wênegir gotiye: “Min hewl daye ku di afirandina wan berheman de bas ji zilim û zordariya jiastderketî ya rejîma Îranê bikim ku bi serê xelkê de aniye û hevdem vêrekî û qehremantiya xelkê li hember rejîmê, di wan wêneyan de bidime nîşandan.

Kêywan Fatihî pêşmergê Kurdistan e û di nav refên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de xebatê dike.