Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senator Bob Menendez: Werin em çavên cîhanê ji hovîtiya rayedarên Tehranê re vekin

10:50 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senaya Amerîkayê  Senator “Bob Menendez” di daxuyaniyekê de senatorên Komarîxwaz li paşxistina pejirandina biryara hejmara 47 rexne kir û got: Divê em bibin yek ji bo misogerkirina pejirandina bilez ya yasayên piştevanîkirin ji xwenîşanderên Îranê. "

Senator “Bob Menendez” di vê daxuyaniyê de  bi silogana "Jin, Jiyan, Azadî" bi zimanên Farisî, Kurdî û Îngilîzî ragihand: "Ev qîrîna 4 meh in ku li kolanên Îranê û bajarên din ên cîhanê de deng vedide."

Herwisa “Bob” di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir: Rejîma Îranê ne di van çend mehan de ye, belku ev bi dehan sal in her kesê ku bi wan re ne razî be, tepeser dike û îşkence dike, û girtiyên siyasî yên bêsûç jî dikuje.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senaya Amerîkayê dilgiraniya xwe ji nepejirandina biryarnameya piştevanîkirina ji xelkê xwenîşander ên Îranê ku bi navê “biryara 47” di Senayê de derbas dibe, nîşan da û got: “Ev biryar ji civaka navdewletî û beşa taybet daxwaz dike ku bi awayekî fermî ji bo piştevaniya ji gelê xwenîşander ê Îranê ku bi navê “biryara 47” tê naskirin, li her firsendê bigerin da ku, piştgirî bidin xwenîşanderan û rejîma Îranê li hember tepeserkirin, girtin û kuştina hemwelatiyên xwe bersivdar bike.”