Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdên serhildana seranserî\ 459 serhildêr şehîd bûne

10:37 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Pêka amara Organa Nûçeyî ya Komek ji Çalakvanên Mafê Mirovî ya “Hêrana”yê li Îranê, ji rêkevta 26`ê Xermananê heta 9`ê Sermaweza 1401an a Rojî, 459 xwenîşander di encama serhildana seranserî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine şehîdkirin ku 64 ji wan temenê wan kêmtir ji 18 saliyê bûye.

“Hêrana”yê di vê amara xwe de daye zanîn ku, heta niha, 18,195 xwenîşander hatine binçavkirin ku tenê nasnameya 3,446 kesan hatiye zanîn.

Herwisa bi berdewambûna serhildanê di sêyemîn meha xwe de, heta niha 157 bajar û 143 zanîngeh tevlî vê meşa serhildana seranserî ya li dijî desthilata dîktator a Îranê bûne û di vê meşa xwenîşandanê de heta niha 576 xwandekar hatine binçavkirin.

Heta niha 1105 kombûnên seranserî yên nerizayetiyê li bajar û zanîngehên seranserê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûne ku hêzên rejîmê bi şêweyên tund digel xwenîşanderan reftar kirine.