Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdbûna xelkê serhildêr li Îran û Kurdistanê bilind dibe\ 469 kes hatine şehîdkirin

10:25 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Pêka amara Organa Nûçeyî ya Komek ji Çalakvanên Mafê Mirovî ya “Hêrana”yê, di destpêka serhildana seranserî ya li Îran û Kurdistanê heta roja Înê 11ê Sermawezê, 469 serhildêr ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Amar wiha ye:

Bi giştî 469 kes hatine şehîdkirin

Di nav wê amarê de 64 zarok hene

Bi giştî 18,210 kes hatine girtin

Nasnameya 3,524 kesên hatinî girtin eşkere bûye

Bi giştî 584 xwendekar hatine girtin

Li 159 bajarên Îran û Kurdistanê de serhildan hebûye

Di 143 zanîngehan de jî xwenîşandana xwendekaaran hebûye

Bi giştî heta niha li Îran û Kurdistanê 1,129 kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê hebûne.