Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Îsraîlê bo ser kompaniyayek berhemanîna balafirên bê balafirvan yên rejîmê li Sûriyê

11:19 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Nûçegihaniya “El- Erebiye” roja Pêncşemî 1`ê Befranbarê, di raporekê de nivîsandiye ku، hêza Esmanî ya Artêşa Îsraîlê, Yekeya 127 a ‌‌Hêza Esmanî ya Hizbulaha Lubnanê, ku berpirsê berhemanîna balafirên bê pîlot li Lubnanê li balafirxaneya “El-Qesirî” ya “Sûriyê” ye  kiriye armanc.

Pêka rapora Çavedêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê, Hêza Esmanî ya Artêşa Îsraîlê di heyama heftiya derbasbûyî de, cebelixaneya çek û teqemeniyên Hizbulaha Lubnabê û herwisa navendek fermandehiya rejîma Îranê li “Demişq”ê kiriye armanc.