Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îna bixwîn” a Zahidanê, hejmara herî zêde ya kesên ku di rojekê de hatine kuştin di vê salê de ye

11:54 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 1`ê Befranbara 1401`an(22ê Kanûna Pêşîn) Ofîsa Çavdêriya Mafên Mirov li Beyrûtê ragihandiye, ku rêxistinên mafên mirovan yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, navên nêzî 97 qurbaniyan tomar kirine, ku 9 ji wan zarok in, ku roja 8`ê Rezberê hatin kuştin û birîndar kirin û piştî çend rojan ji aliyê hêzên ewlehî û polîs ve hatine kuştin.

Di vê pêwendiyê de Tara Sipêhirîfer, lêkolînera payebilind ya Îranê di Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan de got: “Hejmara xwenîşander û çavdêrên ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve bûne armanc, di roja Îna bixwîn” de, hejmara herî zêde ya kesên ku di rojekê de hatine kuştin di vê salê de ye, lê, ti berpirsek nehatiye girtin.

Ew dibêje: "Hovîtiyên bêsînor yên hikûmetê, êşên civakên bi piranî xistiye peravêzê û yên mîna Zahidanê aniye navenda xwenîşandanan."

Herwisa Mewlevî Ebdulhemîd pêşminêjê Înê yê mesebê sunî yê Zahidanê, di civînekê de roja Çarşemê gotiye ku komkujiya 8`ê Rezberê ji berê ve hatiye plankirin û berpirsyariya kuştina mirovan li ser milê hikûmetê û sîstemê ye. "