Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banghêjî bo mangirtin û serhildanê di 100`mîn roja serhildana gelên Îranê de

12:14 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Xort û ciwanên şoreşger yên bajarên Kurdistan û Îranê di banghêjiyekê de ji hemû xelkê xebatkar û gelên Îranê daxwaz kirine ku, di roja 3`ê Befranbarê, li 100`mîn roja serhildanên seranserî de li dijî rejîma melayan bi daxistina dukan û bazarên xwe û herwisa hatina ser şeqaman, rêz ji fîdakarî û xebata şehîdên şoreşa “Jîna”yê bigirin û tevde bo herifandina rejîma mirovkuj berxwe bidin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke: “ Kirmaşan, Pawe, Bane, Seqiz, Mehabad, Ciwanro, Merîwan, Pîranşar, Miyanduav, Kamêran, Îlam, Xuremava” û çendîn bajarên din banghêjî hatine belavkirin.