Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

43 parlementerên Almanyayê daxwaza kirin ku navê Spaha Pasdaran bixin di nav rêza girûpên terorîstî de

12:34 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Li parlementoya Almanyayê, 43 parlementerên Sosyal Demokrat yên wî welatî daxwaz kirin da ku, navê Spaha Pasdaran bixin nav rêza reş ya girûpên terorîstî de.

Herwisa wan 43 parlementerên parlementoya Almanyayê, daxwaza piştevaniya zêdetir ji civaka medenî ya Îranê û xistina tehrîmên tundtir li dijî rejîma Îranê kirine.

Ji aliyek din ve jî, 43 endamên Fraksiyona Partiya Sosyalîst Demokrat li Parlemantoya Bundestagê jî, daxwaza standina biryarên micidtir li hember kiryarên Komara Îslamî kirine.

Her di vê pêwendiyê de, tevgera xwenîşandanên welatiyên Îranê digel piştgîriyeke berfireh a cîhanî rûbirû bûye ku, yek ji wan piştgîriyan, kefaleta siyasiya ji xwenîşanderên girtî ji aliyê siyasetmedar û kesayetiyên siyasî yên cîhanê ve ye.