Komîteya Yekîtiya Lawan a Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê li bajarê “Soran” bi hilkefta 92emîn salvigera ji dayîkbûna Dr. “Ebdulrehiman Qasimlo” rêberê navdar yê Kurd rêûresimek lidar xist.
Rêûresim bi xwandina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdan dest pê kir.
Piştire “Sîber Sêleke” pêşkeşkara rêûresimê, bi navê Komîteya Yekîtiya Lawan xêrhatina mêhvanan kir.
Di beşek din a vê rêûresimê de, çend gotarek ji aliyê “Pêşewa Elîpûr” Sekretêrê Yekîtiya Lawan hat pêşkeşkirin.
“Elîpûr” di gotinên xwe de bas ji rol û bandora Dr. “Qasimlo” li tevgera rizgarîxwaziya Kurd û PDKÎ kir û bas li şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê û rol û pêşengiya jinan û lawan di vê şoreşê de kir.
Di beşek din a vê rêûresimê de “Ramîn Omerzade” Berpirsê Komîteya hizbê li Soranê çend gotinek hat pêşkêşkirin.
Herwisa di beşek din de du helbest ji aliyê “Elî Dilsoz” Kadirê PDKÎ û herwisa “Sîber Sêleke” endama Komîteya Yekîtiya Lawan hat pêşkêşkirin.
Di beşa dawiyê de rêûresim bi sirûdekê ji aliyê “Elî Rojhilat” hat xemilandin.