Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mevlewî Ebdulhemîd: Mana hikûmetê bi rewabûna gel ve girêdayî ye

17:18 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Pêşnmêjê Înê yê mizgefta Mekke ya Zahidan ji rayedarên Îranê re got: Ti hikûmetek bi zora çekan û zindanê nekariye desthilatdariya xwe bidomîne.

Melvewî Ebdulhemîd, pêşnimêjê Înê yê mizgefta Mekke ya Zahidan, roja Înê 2`ê Beframbarê got: Kuştina xwenîşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve li gorî hemû hikûmetekên din yên li cîhanê bêmînak e, û tu hikûmetekê nekariye bi zora çekan, binçavkirin û îdamkirinê desthilatdariya xwe bidomîne.”

 Navbirî got jî: Komara Îslamiya Îranê tenê dikare li ser desthilatê bimîne ku rewatiya xwe ji xelkê werbigire û Mevlewî gotinên xwe berdewam kirin, “tohmetên nerewa yên girtiyên serhildanê di dadgehên nedadperwerên rejîma Îranê de wek "şer û gendeliya li ser rûyê erdê ye."

Di dawiyê de Mevlewî Ebdulhemîd got: Qurbanîkirina olê ji bo mayîna li ser desthilatê şaştiyeke mezin e, û hikûmeta Îranê ya niha demekê bo desthildatê goncave ku daxwazkariya piraniya xelkê Îranê be, û herwisa ji hêzên çekdar yên Îranê daxwaz kir ku dawî bi serkutkirina xelkê nerazî yên gelên Îranê bînin û tevlî rêfên xelkê bibin.