Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Silêman Keleşî: “Rejîmnikarin bi wî awayî wê digel girevgirtiyan”

17:30 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

Me digel Silêman Keleşî endamêberê yên Komîteya Navendî yê PDKÎ li derheq bandora girevgirtinên seranserî yên Kurdistan û Îranê hevpeyvîn pêk anî û navbirî got: “girevgirtinên seranserî dikarin li demeke kurt de hikûmetên wek Îranê dîktator û dijî gelî pir aliyan we felec û teslîmê xwestekê xwe bikin”.

Pêş evê de ku ez persivê pisên we bidim, dixwezim pir bi dil sipasiya rêveberên rojnama Agirî bikim ku hemêşe wek pêşmerge û bi kemtirîn êmkanat erkê xwe bi cî tînin.

P: Kek Silêman Keleşî, xelkê Îranê niha girevgirtina seranserî hêdî hêdî dikin bi kultûr, gelo ev girev çi encamên vê bo rejîmê hene?

B: Girevgirtin yêkek li van şikil û şêwên geyandina narazîbûnê ye ku civak û grupên curbecur dikarin deng û daxwezên xwe bigehîne deshilatdaran. Ya rastî ew şêwe xebat û narazîbûne li welatên demokrat û pêşketî da zor bav û bi bandore.

Ewa ku Îranê de jî dest pêkiriye û dixweze mezintir be, bêşik yê gelek bi bandor be. Hikumeta dîktator û dijî azadî û mafê mirov a Îranê gelek bi hêsanî û bi nav û tohmetên curbicur meş û naraziyên ser cadan tepeser bike yan jî bi navê dijî şoreş û Miharibe ....... van bigire, bikujin û heta van wek dibînin darwekin, lê, Ev nikarin bi wî awayî wê digel girevgirtiyan reftar bikin. Berhindê jî, ez bawer im girevgirtinên seranserî dikarin li demeke kurt de hikûmetên wek Îranê dîktator û dijî gelî pir aliyan we felec û teslîmê xwestekê xwe bikin. Hêvîdarim ku ev şêweyên xebatê li Îranê da pêş keve.

P: Kek Silêman niha em dibînin ku Yekîtiya Ewropa û Amerîka her roj hin berpirsên Komara Îslamî tehrîm dikin, gelo ev berpirsên rejîmê ku ti eleqedariya wan bi karûbarên derve tuneye ev tehrîm çi astengiyekê bo rejîmê çê dike an çima ev yekîtî û Amerîka berpirsên rejîmê yên weke wezîrê derve tehrîm nakin?

Belê ev tehrîmên han berpirsên rêjîma Îranê dikare bo rêjîmê asteng bin, berhindê ev kesane beşikin li rêjîmê, lê, pêş wê hindê de em tenê bîr li asteng bûna van tehrîma bo Komara Îslamî bikin, ev tehrîmên han pêş hemû tiştekî da nîşan dana helwêsta Yeketiya Ewropa û Amerîka ye hember rêjîma Îranê û her wisa dikare di paşerojê de jî berfireh be û bigîje asteke billindtir.

Lê, bo çi ev Yekîtî û Amîrka wezîrên derve ê Îranê tehrîm nakin? Ez dixwezim li wê beşê da bidime eyan kirin ku ne Yekîtiya Ewropa, ne Amrîka û ne jî çi Dewleteke din dixwezin zû zû bo berjewendiya xelkê Îranê yan jî yê Kurdistan Qazanc û berjewendiyê welatên xwe ber çav negre. Ev welatane bi şirovên xwe ên dûr û kûr helwêstan digrin û yan jî biryar didin, ev pêş hemu tiştekî da, rewş û zirofê rabûn û berxwedana xelkê Îranê tîne ber çavan piştire gorey siyaset û qazancê welatê xwe biryar didin, lê, renge ev biryar û helwêstên van gorî dîtina me dijberên rêjîma Îranê gelek nerim û bi bandor nebin. Lê, ez wek xwe wisa nabînim.

Ez dizanim hûn wek rêveber û xwendevanên rojnama Agirî û her wisa jî Yekîtiya Ewropa û Amerîka li hemû kesî baştir dizanin ku qerar û biryarên Komara Îslamiya Îranê kê û kêder têne danê, lê, ev Yekîtî û Amerîka tên hindek kesên ku rêveberên piçûkê van biryarane tehrîm dikin, dibî bête gotin ku carê berjewendiyên van wê dixwaze, neku ev li hemû kesî baştir dizanin ku hikûmeta Îranê li tevahiya xwe de zilmkar û dijî mafê mirov e. Ez evê jî lê zêde bikim û bêjim ku ev tehrîm û helwêstên Yekîtiya Ewropa û Amerîka ku dijî rêjîma Îranê têne girtin, hemu yên van bo piştgîriya xelkê Îran û Kurdistanê nine, belkî beşa here zor a van semxeratî alîkariya kirina eskerî a rêjîma Îranê ye digel Rûsyayê dijî welatê Ukraynê. Her wek dizanin Îran li şerê Rûsyayê dijî Ukraynê bi eşkere piştgîriya Rûsyayê dike û alavên pêwîst dide wê. Ber hindê jî Yekîtiya Ewrûpa û Amîrka pir acizin li wî karê Îranê.

P:  Gelo Komara Îslamî lezgînî serhildêrên binçavkirî îdam dike bi nerîna we çima wiha bi lezgîn vê kiryara dijî mirovahiyê birêve dibe?

B: Ev yeka bo hemû kesê eyane ku Komara Îslamiya Îranê li dirêjiya temenê xwe de qet wek şoreş û serhildana wê carê neketiye tengavî û lerizînê,  raste pêş niha de jî gelek caran meşên mezin û dijberiya wê hikûmetê hebûye, lê, çi caran wek wê carê domdirêj û hemû alî û her wisa navxwe û dervey welat yek dengiyekê rûbirû nebibû. Ber hindê jî tirseke mezin ya navcûnê ketiye dilê karbidestên Komara Îslamiya Îranê. Bo wê hindê ku xelkê serhilday bitirsînin bi lez dest dane girtin, kuştin û wê dawiyê da jî mehkeme kirina bi lez û darwekirina xelkê da ku bitirsînin dest li meş û narazî bûnê bikişînin.

Lê, heta niha jî rêjîm nekariye bi girtin, kuştin û darwekirinê bigîje armanca xwe û xelkê bitirsîne yan jî bêdeng bike. Bi baweriya min hikûmeta Komara Îslamiya Îranê dikare xelkê bêberavan û sivîl bigre, bikuje yan jî îdam bike, lê belê qet nikare wek 43 ê salên pêş niha de xelkê teslîm û kontirol bike. Xelk êdî jiyaneke xweştir, azad û serbest dixweze û êdî tehemola jiyana bin sîbera ebayê reş û dîktatoriyê nemaye. Eger îro yan jî wê carê nebe, bêşik yê demeke ne gelek dirêj de yê wê hikûmeta kevneperest hiloşînin. Eger xelkê qehremanê Kurdistan û Îranê li kuştin û girtinê bitirsîba, dibî piştî 43ê salan qet basa azadî û serbestiyê nekiriba. Lê, kesên dîktator û nezan wê yekê fam nakin.

P: kek Silêman Keleşî, Amerîka û hin kesayetiyên siyasî û çalakvanên siyasî yên welatên derve ji civaka cîhanî daxwaza derxistina Komara Îslamiya Îranê li Komîsyona Pêgeha Jinan ya navneteweyî de dikin eger ev daxwazkarî cî bi cî be hûn çava dinrxînin?

Belêm bi dilxweşîye we ev daxwaza Amrîka û van kesayetiyan hat cî û Komara Îslamiya Îranê li komîsyona Pêgeha Jinan ya Navneteweyî de hate derxistin. Ewa jî serkeftinek mezin û pêngaveke pir baş û girîng bû bo xelkê Îranê bi giştî û bo Jinan bi xasmaî. Ev yeka nîşan dide ku xelkê cîhanê û rêkxistinên navneteweyî jî piştgîriya şoreş û berxwedana xelkê Îran û Kurdistanê dikin ku bi navê Jîna Emînî li Dinyayê da hatiye nas kirin. Ev biryara han nîşan dide ku civaka Cîhanî û Navneteweyî roj bi roj li Komara Îslamî dûr dikeve û li şoreş û berxwedana xelkê nêzîk dibe.

P: kek Silêman Kelekşî seredan Şî Cî bo Erebistanê çi peyamek bo Îranê heye?

B: Rastî seredana Şî Çî serokwezîrê Çînê li demeke wisa de bo Erebistanê dikare peyameke nexweş be bo Îranê, ber hind karbidestên paye billind ên Îranê hemêşe sê welatên : Amerîka, Îsraîl û Erebistanê wek dijmin û têkderê Îranê dizanin. Her wek serokkomarê van Reîsî jî bas kir û got ewa xeberek nexweş bû bo me. Îran bi van pêwendî û pêmanên okonomî ku digel welatê Çînê hebûn, çi dema bawer nedikirin ku karbidestên Çînê li demeke wisa de seredana Erebistanê bikin. Rêber û karbidestên Îranê siyasetê jî her wek nimêjê negur dizanin, wisa difikirin ku Çîn û Rûsiyê çi digel van qise kiriye yan jî peyman girêdaye heta dawiyê û Cehnem û Bihiştê yê digel van be. Nizanin siyaset berjewendiye û çi caran dost û dijminê heta hetayî li siyasetê da nine. Çîn û Rûsiyayê pişta gelek dewletên wek Îranê erdê dane û yê Îranê jî erdê bidin.

Ev hevpeyvîna li hejmara 436`an a  rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.