Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Zahidanê piştî nimêja înê hatine ser şeqaman

17:30 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Roja Înê 2`ê Befranbarê, xelkê bivêr yên Zahidanê, bi pêşengiya jinên qehreman yên wî bajarî û piştî nimêja Înê li dijî Komara Îslamî rijiyane ser şeqaman û di destpêkê de jinan bi silogana “Birayê ezîz emê tola xwîna ve hildin” dan û piştir jin û mêr bihevre bi silogana “binçavkiriyên siyasî divê bên azadkirin”dan û herwisa çend siloganên din yên dijî rejîmê, şeqamên wî bajarî hejandin.

Tevî hebûna rewşek ewlehî û givaşên hêzên serkutkar yên rejîmê xelkê Belûç li dijî rejîmê sekinîn û piştevanî ji girtiyên siyasî kirin.