Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almaniya hemû bernamên geşepêdana bazirganî û sermayeguzariya bi Îranê re rawestand

09:57 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Wezareta Aborî ya Almaniyayê ragihandiye, ku vî welatî hemû planên ku bo berfirehkirina bazirganî û sermayeguzarî bi Îranê re amade kiribûn, bi sedema rewşa awarte û xwenîşandanên xelkê yên wê midehê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine serkutkirin, bi haletê ragirî hêlaye.

Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê di vê derheqê de roja Înî 2ê Befranbarê nivîsîbû, ku rawestandina wan tiştan dê bandorê li ser bûdceya hinardekirinê û garantiya sermayeguzariyê bike û herwiha li ser perwerdekirina birêveber û bernameyên pêşangeha bazirganî ya Almaniyayê li Îranê bandorê dadinê.

Almaniya girîngtirîn şerîkê ticarî yê rejîma Îramê li Ewropayê ye û para nêzî 30% bi giştî hinardekirina Yekîtiya Ewropayê bo Îranê heye. Ev welate herwiha navenda sereke ya hinardekirina Îranê bo Ewropayê ye.

Wezareta Aborî ya Almaniyayê ragihandiye, ku wan “formetên aborî” bi Îranê re, ji wan danûstandinên li ser mijarên wizeyê, ji ber “rewşa pir micid” a Îranê, rawestandine.