Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya Kurdên canjidestdayî yên êrîşa Parîsê eşkere bûn

10:32 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Di êrîşa çekdarî ya roja Înê bo ser Çanda Kurda ya “Ehmed Kaya” li bajarê Parîsê, 3 welatiyên Kurd birîndar û 3 kesan canê xwe ji dest dan ku nasnameya wan 3 welatiyên canjidestdayî hate eşkerkirin.

Di êrîşa roja Înê ya 2ê Befranbarê bo ser navenda çandî ya “Ehmed Kaya” ya li bajarê Parîsê, 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dabûn ku nasnameya wan 3 welatiyan hunermend “Mîr Perwer” ê ji navçeya Gimgim a Mûşê, “Emîne Kara” ji navçeya Qileban a Şirnexê û “Evdirehman Kizil” hatiye zanîn.

Di vê derheqê de Serkomarê Feransê “Emanoêl Makron” bi rêya belavkirina “Twîtt”ekê ve gotiye: “Kurdên Franseyê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke hovane. Hevsozî û hevxemî ji bo qurbaniyan, kesên ku berxwedanê dikin da ku di jiyanê de bimînin”.