Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar çalakvanên sendîkaya mamosteyên Dîwandereyê bi girtîgehê hatine cezakirin

10:47 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Umîd Şamihemedî, Perwîz Ehsenî, Kawe Mihemedzade û Hîwa Qureyşî ji Endamên Encumena Sendîkaya Mamostayên Kurdistan-Dîwandere ji aliyê taya 1 a Dadgeha Şoreş ya rejîmê li bajarê Sineyê ve hatin cezadan.

Li gor vê hikma hatî sepandin, Umîd Şamihemedî bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî bi rêya endamtiya partiyeke Kurdî” ve, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî û bi heman tohmetê jî, Hîwa Qureşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedzade bi 5 sal girtîgeha ragirtî (Te`ilîqî) hatine cezadan.

“Kurdpa”yê daye zanîn, roja Sêşemî 8ê Xermanana îsal jî, ew 4 endamên Encumena Sendîkaya Mamostayên Kurdistan-Dîwandere, piştî 76 roj binçavkirinê, bi danîna barimteya 6 milyar Tumenî ji girtîgeha Îtilaata Sineyê hatibûne berdan.