Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dostê Hizba Demokrat Seyîd Naîm Geylanî koça dawiyê kir

11:21 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Parlemantarê Berê û mafnas û kesayetiyê xwedî bandor seyîd “Naîm Geylanî” di bajarê Îstenbolê de koça dawiyê kir.

Seyîd “Naîm Geylanî” sala 1946an li bajarê Şemzîna di malbata mezin a Geylanî de jidayîk bibû, navbirî xwendina xwe li rişteya hiqûq li zanîngeha Îstanbolê bi dawî anîbû û zimanên Kurdî, Tirkî, Feranseyî, Farsî û Înglîsî dizanî.

Di hilbijartina sala 1987an de bo meclisa 18 ya Tirkiyê û sala 1995an de bo meclisa 20 ya Tirkiyê ji parêzgeha Colemêrgê li partiya Ana Weten Partî ya bi serokatiya “Tûrgût Ozal” de hate helbijratin.

Di heyama parlemantariya xwe de xelkê deverê ji kar û xebata wî razî bûn.

Seyîd “Naîm Geylanî” dostekî herî nêzîk yê PDKÎ bû ku weke mafnasekî kurdperwer û parlemantar û kesek xwedî bandor û cihê hurmeta civakê,  gelek caran hevkarî dikirin û xemxwerê hizbê bû.

Mixabin roja Înê 2ê Befranbara 1401an a Rojî, bi sedema nesaxyê li nexweşxaneyeke Îstanbolê çû ser rehma Xwedî.

Partiya Deomkrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên seyîd “Naîm Geylanî” û xwe şirîkê xema wan dizane.