Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlana Ebdulhemîd: Rejîm bi çek û mîlîtarîzekirinê nayê parastin

11:29 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Roja Înê 2ê Befranbara 1401an a Rojî, pêşnimêjê mizgevta Mekkî ya Zahidanê, Mewlana Ebdulhemîd ragihand: “Bi hêz û girtîgehê hikûmetdarî nayê kirin, divê ew rejîme bi piştevaniya xelkê be da ku dom hebe, hekî xelkê nerazî hebin û hikûmetê nexwazin, ragirtina her rejîmekê di cîhanê de dijwar e.”

Piştî axavtinên navbirî, xelkê Belûç rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin û siloganên wek “mirin bo dîktator, mirin bo Spahî û Besîcî” û dehan siloganên din li dijî rejîmê dan.

Roja Înê 8ê Rezbera 1401an, xelkê azadîxwazên Belûçistanê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin û hêzên rejîmê bi hovane bersiva xelkê nerazî dan û bi sedan xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Her di vê derheqê de, Saziya Çavdêriya Mafê Mirovî ya Îranê, daye zanîn ku Îna xwînayî ya Zahidanê bi zêdetirîn kuştî di heyama rojekê de, xwînayîtirîn serkuta salê bûye.