Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên Ewrpoayê bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran hewlên zêdetir didin

11:31 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Di berdewamiya serkuta hovane û bi xwîn a xelkê serhildêr ên gelên Îranê ji aliyê Spaha Pasdaran a treorîst ve, piraniya welatên Ewropayê hewl didin ku Spaha Pasdaran a treorîst ji lîsteyê rêkxirawên terorîstî zêde bikin

Roja Înê 2ê Befranbara sala 1401an a Rojî, 43 nûnerên parlemana Almaniyayê yên Partiya Sosyal Demokart, daxwaz kirine ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê wek rêkxiraweke terorîstî bê naskirin.

Nûnerên parlemana Almaniyayê ragihandine ku Komara Îslamî ya Îranê bi rêya Spaha Pasdaran a terorîst ve, hewlê dide ku bi terorkirina xelkê berevaniyê ji xwe bike, lê bo vê rejîmê ti cih û pêgehek nemaye û bi tevahî hitbara xwe ji dest daye.

Herwisa wan nûnerên parlemana Almaniyayê dane zanîn ku Spaha Pasdaran di berdewamiya şoreşa seranserî ya gelên Îranê ya li dijî rejîmê, xwe ji serkuta xwînayî neparastiye, lewma divê hemû cîhan Spaha Pasdaran wek rêkxiraweke terorîstî nas bikin.