Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Persenolên Saziya Tomara Belge û Milk a welat man girtin

11:47 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Îro roja Şemî 3ê Befranbara 1401an a Rojî, persenolên Saziya Tomara Belge û Milk a welat li çendîn bajarên Îranê dest avêtin bi girevgirtinê.

Persenolên saziya navbirî li bajarên wek Takistan, Dirûd, Yezd, Ezna, Heftgul, Elîguderz, Îze û Meşhed û dehan bajarên dinê girev girtin.

Persenolên Saziya Tomara Belge û Milk bi girtina pilakardan bi destê xwe, siloganên wek “miaşê me bigihînin bi hêla hejariyê, miaşê yek demjimîrî, karê 20 demjimêrî, nedadperwerî di hukmê dadgehê de” nivîsîbûn û bi vî rengî gireva nerizayetiyê bi rê ve birin.