Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek Belûç di girtîgehên rejîmê de hate îdamkirin

12:30 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Li gor Kempeyna Çalakvanên Belûç, îro roja Şemî 3ê Befranbarê, girtiyek Belûç yê bi navê “Eliyas Reîsî” kurê Eyaz û xelkê bajarê Calq yê ser bi Serawanê di girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê de hate bidarvekirin.

Hatiye zanîn ku navbirî li sala 1399an a Rojî, bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi îdamê di dadgeha Keyferî ya rejîmê de hatibû cezadan.

Pêka rapora salane ya Kempeyna Çalakvanên Belûç, bi giştî 79 girtiyên Belûç di girtîgehên rejîmê de hatine bidarvekirin ku 34 ji wan bi tohmeta madên hişber, 7 ji wan qetlên bi zanebûn, 3 ji wan bi tohmetên hevkarîkirin digel girûpên dijberê rejîma Îranê û 2 ji wan jî bi tohmeta endamên malbata wan di nav girûpên dijberê rejîmê de hatine îdamkirin.