Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê 40 hezar Tumen derbas kir

12:32 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Nirxa azad a Dolarê Amerîkayê li bazarên Tehranê, bi 40 hezar û 260 Tumenan hate firotin û heta dawiya salê rengehiya bilindbûna nirtxa Dolar heta 50 hezar Tumenî  heye.

Roja Şemî 3ê Befranbarê, nirxa Dolarê Amerîkayê gihîşte bi 40 hezar û 260 Tumenan ku heta niha bê mînak bûye, lê beşek ji çavkaniyan dane zanîn ku rengehiya vê yekê heye ku nirxa Dolarê Amerîka heta dawiya salê bigihîje 50 hezar Tumenî.

Bi sedema çapa pereyê bê piştivan li banka navendî ya rejîma Îranê, nirxa pereyên biyanî li hember pereyê Îranê roj bi rojê zêdetir dibe.

Pêka zaniyariyên malperaên nefermî ku nirxa pereyên bîyanî di Îranê de tomar dike, Roja Şemî Pondê Ingilîsî bi 48 hezar û 515 Tumen û Euro bi 42 hezar û 935 Tumenan hatiye firotin.