Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo 300 xwendekarên serhildêr ên zanîngeha Şerîf, 33 hukmên destpêkî hatine sepandin

16:38 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Birêveberê Giştî yê Zanîngeha Pîşeyî ya “Şerîf” yê bi navê “Hadî Nobeharî” daye zanîn, ku 33 hukmên destpêkî bo 300 xwendekarên nerazî yên bûyerên vê dawiyê hatine dan”; pêka gotina navbirî, hukm ji huşdarîdan heta serkoneya nivîskî û bêparkirina demkî ji 1 heta 2 sal û 6 mehan ji hînkariyê ye.

Herwisa navbirî gotiye ku hêj destûra heyeta pêdeçûnê nehatiye dan û beşek ji wan destûran bi awayê ragirtî û bi berçavgirtina salan e.

Pêka amara Hêranayê, ji 26ê Xermananê ve heta niha di 143 zanîngehan de xwenîşandanên nerizyatiyê hatine lidarxistin û tevî biryarên ragirtina mafê hînkariyê û bêparkirin ji xevtingehên zanîngehan, zêdetir ji 620 xwendekar hatine binçavkirin û bo beşek ji wan xwendekaran cezayên wek girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine sepandin.