Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend Dilo Doxan: “Ez jî hunermendê vê netewê me û bi êşa gelê xwe dêşim û xemgîn dibim û her wiha di serkeftinan de jî kêfxweş dibim û dîsan bi erkê xwe radibim”

17:18 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

Me digel hunermendê Kurd Dilo Doxan serbaret konserta wî ku perê wê bo penaberên kempên Koye terxankir hevpeyvîn pêk anî û navbirî di vê derheqê got: “Mixabin ji sedema mûşekbaranê gelek zirar hat kampê û xelkên li kampê, lê, hestek pir nexweş e ku ez bixwe jî penaber im, wek erkekî mirovî min dît ku gerek ez bibim alîkar.”

P: Rêzdar Dilovan di destpê de ji kerema xwe, xwe ji xwandevanên rojnameya Agirî re bidin naskirin?

B: Di serî de Silav bo hemî xwendevanên Rojnameya Agirî re

Wek we anî ziman navê min Dilovan e û bi navê Dilo Doxan di warê hunerê de têm naskirin .

Di 1984`an de li bajarokê Tirbespiyê ku girêdayî Rojavayê Kurdistanê ye jidayik bûme .

Di malbatek kurdperwer û kurd hez de mezin bûme û her wiha malbatek tijî huner e û bandorek mezin li kesayeta min kir.

Xwendina xwe heyanî lîsayê li welat kir û di 2009 ve heya niha li welatê Almaniya yê jiyan dikim .

Û ev demek dirêje ku di warê hunerê de xebatê dikim her wiha min hijmarek baş ji berheman heye wek Albom û Singel her wiha û ez hîn di karê xwe de berdewam im .

P: Rêzdar Dilovan ji kerema xwe ji xwandevanên rojnameya Agirî dikarin bêjin çawa bû ku we biryara lidarxistina vê konsertê stand?

B: Rastî gava ku min biriyar da vê gavê bidim mixabin hinekî dem teng bû ji bo amadkariyê ji aliyê mûzîkê ve û her wiha di milê organîzê de lê gor derfetên me, me hewl da ku karek baş bikin û min têkiliya hevalên xwe yên mûzîkjen kir û me xwe amade kir ji bo li darxistina vê konsertê .

P: Dilo Doxan çawa bo we hizr ji wê helwesta mirov dostiyê kir?

B: Ev ne cara yekeme ku ez bi vî erkî radibim û beşdar bûm e di gelek ahengên bo alîkariya gelê me ji her çar parçeyên Kurdistanê . Helbet bi destpêkirina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ku deng da û sînor derbaskirin dujminê me jî bi kiriyarên xerab û hovana li hemberî xwepêşandanan kir û hûn dizanin kampa Koye jî sê caran hate mûşekbaran kirin û bi çendan mirov jiyana xwe ji dest dan û bûn şehîdên Kurdistanê .

Mixabin ji sedema mûşekbaranê gelek zirar hat kampê û xelkên li kampê, lê, hestek pir nexweş e ku ez bixwe jî penaber im.

Wek erkekî mirovî min dît ku gerek ez bibim alîkar .

Rastî ev erkê her mirovekî xwedî wijdan e û bi taybet mirovên Kurd û ez hunermendê vê netewê me û bi êşa gelê xwe dêşim û xemgîn dibim û her wiha di serkeftinan de jî kêfxweş dibim û dîsan bi erkê xwe radibim .

Û her mirovekî navdar dikare xwedî bandor be di civaka xwe de .

P: Gelo dema we biryar standin ku wekî hunermendî biryarek wiha mirov dostî encam bidin çi îhsasek  di nav hevalan de çê bû?

B: Helbet bo min û hevalên min hemiyan jî cihê kêfxweşiyê bû karekî wisa ku mirov karibe alîkar be bi gelê xwe re û em karibin hezkirinê di nav xwe de xurtir bikin û ez wekî Kurdê Kurdistanê xwe dibînim . Raste ez ji Rojavayê Kurdistanê me, lê, dilê min ji bo her çar parçeyê Kurdistanê lê dide .

P: Gelo ev kar bi alîkariya çend kesan û çawa gihîşt bi qonaxa cî bi cî kirinê?

B: Di vî karî de têkiliya min bi heval Kanî Cihangirî re hebû ku, ew jî wek kesek zêde çalak bû di sosyal medyayê de û bi taybet di vê dema şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de û bû alîkar bo organîzekirina vê konsêrtê ,

Her wiha birayê min Deysem Doxan ku derhênerekî navdar e, tev grûpa xwe bûn alîkar û çend hevalên min mîna Heval Akîl û Beyan Hesen û sipasî ji dil bo hemiyan .

P: Rêzdar Dilo Doxan dawî gotina we wekî hunermedî Kurd bo hunermendan çiye?

B: Ez hêvîdar im ku ev gav berdewam bin û her mirovek bi erkê xwe yê niştîmanî li diyasporan rabe û bibin dengê welatê xwe di van rewşên wiha de gerek em yek deng bin, yek dest bin û yek helwest bin, çi mirovên Hunermend bin çi jî Rewşenbîr û her wiha siyasiyên me .

Spas bo we

Silav û hezkirin bo hemî xwendevanên Rojnameya Agirî .

Ev hevpeyvîna li hejmara 436`an a  rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.