Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 100`mîn roja berxwedaniyê xelkê de, hîn şeqam çepera azadîxwazan e

11:01 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Ev heyama zêdetir ji 100 roja û şevan e ku keç û xortên azadîxwaz li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bo herifandina kelha rejîma melayan şeqaman çol nakin.

Şeva derbasbûyê 3`ê Befranbarê, aliyê kêm li 6 cihên cuda yên bajarê “Tehran”ê hevwelatî li dijî rejîma Îranê li ser şeqaman bûn, û herwisa li çendîn bajarên din yên weke : “ Kerec, Meşhed, Îsfehan, Benderebas, Ehwaz, Babul û Sinê” xelkê bêzar ji rejîmê li çepera şeqaman de amadebûn.

Li wan bajaran ku xwenîşandan berdewam bû, xelkê bi hevre siloganên cuda yên weke “Mirin bo xamineyî, heta melayê rejîmê kifin nekin ew welate nabe welat” dan û daxwaza xwe ya hertimî ku nemana rejîmê ye dan.