Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hillary Clinton”: Nabe Amerîka li ser ti tiştekî danûstandinanê digel Îranê encam bide

11:19 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 10`ê Sermaweza 1401an a Rojî, wezîra berê ya Amerîkayê “Hillary Clinton”di gotûbêja digel kanala “CNN”ê ragihandin: “Eger ez li ser kar bama, ew rewşa niha ya Îranê heyî, min ti tiştek heta lihevkirina Navkî jî digel Îranê encam nedida.”

Herwisa vê wezîra berê ya Amerîkayê di berdewamiyê de gotiye: Kar ji vê yekê derbas bûye û hesp li derveyî govê ye bi vê gotinê, dijayetiya xwe li hember her cure gotûbêjan digel rejîma Îranê nîşan da.

“Hillary Clinton” li ser hewcehiya piştevanîkirin ji xwenîşanderên li dijî rejîma Îranê tekezî kir ku, nabe wisa bê xuyakirin ku di demekê de xelkê Îranê li hember zordar de rawestane û Amerîka jî li pey lihevkirinê digel rejîma Îslamî be.

Her di vê pêwendiyê de, roja derbasbûyî Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” hevdîtina digel Serkomarê Feransayê “Emmanuel Macron” jî, tevî spasîkirin ji xebatkarên azadîxwaz yên Îranê, piştevaniya xwe ji xwenîşanderan li hember maşîna serkutê ya Komara Îslamî nîşan dan.