Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Komara Îslamî eleqedariya bi Rûsyê re şaş dibînin

11:12 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Roja 3`ê Beframbarê Mihemed Sedir endamê berê yê Civata Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê a Komara Îslamî di hevpeyvîn digel rojnameya “Îqitsad” a rejîmê de gotiye: Rûsiyê bi kiryayên xwe yên berê bitaybet yên li derheq bikaranîna dronên xweteqîner di şerê Ukraynê de derbeyek gelek giran li rewşa navneteweyî ya Îranê xistiye.

Wî berpirsê berê Komara Îslamî got: Ev kiryarên Rûsiyê bûne sebeb ku tehrîmên pir zêde li dijî Îranê ji aliyê welatên Ewropî ve bên sepandin.

Herwisa wî bi nav dîplomat û şivêrmendê pilebilind ê berê yê Cewad Zerîf li Wezareta Derve ya Hesen Rûhanî serkomarê berê yê rejîmê de got: “Rûsya ji aliyê aborî ve bi ti awayî nikare van tehrîmên li dijî Îranê qerebû bike”.

Di berdewamiyê de Mihemed Sedir got: Rûsiya bi taybet piştî tehrîmên Ewropayê, siyasetên ku "di firotina petrolê de dişopîne, dibe hevrikê Îranê û hewl dide bazarên nefta Îranê li Çîn, Hindustan û welatên din bigire destê xwe.