Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Nîlî parêzerê Mujgan Kavûsî bi 4 sal girtîgehê hat cezakirin

11:35 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Fatime Nîlî xwîşka parêzer Mistefa Nîlî li ser rûpela twîtera xwe ragihand: Em agehdarbûn ku li rêkevta 20`ê Sermaweza 1401`an, biryara dosyeya Selametê hatiye dayîn û ji bo Mistefa Nîlî jî hatiye cî bi cî kirin.

Herwisa Fatime Nîlî di berdewamiyê de nivîsiye: Di heman demê de 600 milyon Tumend kefalet bo dosyeya nû hatiye dan û niha jî ji Mistefa hre atiye xwastin ku dibe 4 sal cezayê girtîgehê jî derbas bike.

Mistefa Nîlî li rêkevta 16`ê Xezelwerê digel parêzerekî din bona lêkolînên maf yên li derheq bûyerên Sîstan û Belûçistanê seredana wir kiribûn, lê, di balafirxaneya Mêhrabad a Tehranê hatibû binçavkirin.

Herwisa Mistefa Nîlî parêzerê dosyeya Mujgan Kavûsiya , çalakvana mafê zimanî û etnîkî, lêkoler û nivîskara Kurd ya li Kelardeşt a Mazendaranê ye jî ku, niha di girtîgeha bajarê Tenêkabona ser bi Mazenderanê de bend e.