Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana Kurd û Îraniyên derveyî welat li 100`mîn roja serhildana xelkê li dijî rejîmê

11:47 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Rojên derbasbûyî hevdem digel 100`mîn roja serhildana gelên Îranê li dijê rejîma Îranê, xelkê azadîxwaz yên Kurdistan û Îranê li derveyî welat ji hemû tex û qadên cuda yên civakê ve bigire yên weke çalakvanên siyasî, medenî û rêkxiravên cuda bi awayekî berçav bi siloganên dijî Xamineyî û rejîma wî li ser şeqaman bûn û piştevaniya xwe ji xelkê Îranê re nîşandan.

Xwenîşanderan wêneyên şehîdên serhildanê û xwenîşanderên binçavkirî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine şehîd û binçavkirin bi nîşana vê yekê ku rejîma Îranê êdî ti rewayetiyeka vê di nava xelkê de nameye û gelên Îranê bi bê tawan şehîd dike û bi serkutên xwînavî karesatan diafirîne, xistine ber çavê dewlet, berpiris û xelkên derve.

Li welatên weke: “ Alman, Tirkiye, Danîmarik, Îrlend, Gurcistan, Kanada, Berîtaniya û çendîn wilayetên Amerîkayê, xwenîşandan hatine lidarxisrin.