Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rayedarên Ukraynê daxwaza ji navbirina sazigehên dronên xweteqîner yên Komara Îslamî dikin

12:03 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Roja Şemî 4`ê Beframbara 1401`an(24`ê Kanûna Pêşîna 2022`an), “Mykhailo Podoliak”, Serokê Ofîsa Navenda Serkomarê Ukraynê, li ser rûpela twîtera xwe nivîsî: Komara Îslamî bi eşkere bêrêziyê bi navenda tehrîmên navneteweyî dike û daxwaza ji navbirina sazigehên çêkirina çek û teqemenyên Komara Îslamî kiriye.

Herwisa gotiye, bi sebeba vê ku kîyef, darêtina bernameyên Tehranê bona dabînkirina çek û teqemeniyên zêdetir bo Rûsiyayê dizane, daxwaza ji navbirina sazngehên çêkirina balafirên bêpîlot û mûşek û herwisa binçavkirina sebebkarên dabînkirina alavên leşkerî kiriye.

Serokê Dezgeha sîxuriyê ya Ukraynayê di hevpeyvînekê de ku roja Înê hatiye weşandin gotiye, Rûsyayê heta niha nêzîkî bi 540 balafirên pîlot armancên leşkerî û herwiha bînasaziyên enerjiyê li Ukraynayê kiriye armanc.

Her di vê pêwendiyê de jî,“Zelenskî” Serkomarê Ukraynê, di axaftina xwe ya li Kongreya Amerîkayê de sê caran navê Îranê anî ziman û bi "terorîst" binavkirina Tehranê, ew wek hevkarê "siyaseta qirkirinê ya Rûsyayê" zanî.