Îro Yekşemî 4`ê Befranbarê dukandar û bazariyên bajarê Bokanê di çileya çend şehîdên wî bajarî de mangirtin û dukan û bazarên xwe bi awayekî seranserî daxistin û rêz ji xwîna şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê girtin.
Di çend rojên derbasbûyî de, ji aliyê welatiyên xwedî helwest bo îro 4`ê Befranbarê ku çileya çend şehîdên bajarê “Bokan”ê ye banghêjî hatibûn belavkirin û îro welatiyan bi yekdengî û yekrêzî bersiva wê banghêjiyê dan û nav û rêya şehîdên gel bilind nirixandin.