Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst di qetilkirina ciwanên şoreşger de berdewam e

12:48 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Spaha Pasdarana terorîst Areş Seyadmensûr yê xelkê gundê Qaliba Serê ya ser bi bajarê Xoremavayê piştî binçavkirinê bi qasî îşkencekirbûn ku wî azadîxwazî nekarî bergiriya van hovîtiyên hêzên serkutkar bigire û şehîd bû.

Îro Yekşemî 4`ê Berbanbara 1401`an, termê şehîd Areş Seyadmensûr di rêûresimekê de li gundê Qaliba Serê ya ser bi bajarê Xoremavayê bi beşdariya xelkek zêde yên azadîxwaz bi axê hat spartin.

Areş Seyadmensûr kadkarê avahîsaziyê bûye û li Tehranê ji aliyê hêzên serkutkar yên Komara Îslamî ve hatibû binçavkirin û piştî îşkenceyek zêde şehîd bû.

Herwisa banghêjiya îro ya Lorsitanê jî, bo başdarîkirina xelkê serhilder di merasima biaxspartina şehîdê rêya serhildana nû ya Kurdistan û Îranê, li parêzgeha Loristanê ye.