Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biriyare ku Rûsiye 24 balafirên şerker radestî rejîma Îranê bike

17:03 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Roja Yekşemî 4`ê Befranbarê kanala 12 a Îsraîlê pêka gotina berpirsên paye bilind yên Rojavayî belav kiriye ku, “Rûsiye” di niha de mijûlî vê yekê ye ku di paşerojê de 24 balafirên şerker yên cora “Soxo 35” radestî Îranê bike û ev yek jî gef û metirsiyek micide bo ser deverê û divê pêşî jê bê girtin.

Herwisa kanala Îsraîlê bas ji vê yekê kiriye ku, rêkevtina rejîma Îran û Rûsiyayê dikare ev be ku rejîma Îran diron û mûşekan bide Rûsiyayê û li hember de Rûsiya jî balafirên şerker yên cora “Soxo 35” radestî wê rejîmê  bike.

Berê biryar bû ku Rûsiya wan balafiran ji welatê “Misir” re bifroşe, lê, “Amerîka”yê  rê neda.