Îro Yekşemî 4`ê Berfranbarê xelkê bajarê Bokanê di çileya 11 şehîdên wî bajarî carek din rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma melayan berxwedan.
Pêka dîmenên belavbûyî, azadîxwazên bajarê “Bokan”ê bersiva banghêjiya ku ji aliyê welatiyên xwedî helwêst ve hatibû belav kirin dan û îro di çileya 11 şehîdên bajarê Bokanê de ku di 3`ê rojan de bi dest celadên rejîma Îranê ve hatibûne şehîdkirin dan û li ser tirba wan amadebûn.
Welatiyên ku li ser tirba şehîdan amadebûn bi hevre silogana şehîd namire û çendîn siloganên din li dijî rejîmê dan.
Piştî peyman nû kirin digel şehîdan û rêz giritin ji xwîna wan xelkê xwedê şeref ber bi şeqamên bajarê “Bokan”ê ve çûn û carek din bi kerb û kînek zêde li dijî rêber rejîma Îranê, û binyata wê rejîmê û welatê firoş û caşan silogan dan.
Herwisa azadîxwazên bajarê Bokanê carek din weke hertim di şeqaman de hawar kirin “Heta Kurdek bimîne Kurdistan jî dimîne”.
Hêzên hov yên rejîma sêdare bi gule û gazên rundikrêj li hember xelkê sekinîn.