Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navnetewî: “Îhtimala îdamkirina herî kêm 28 kesan ku 3 ji wan zarok in li Îranê heye”

12:17 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Roja Înê 11ê Sermaweza 1401an a Rojî, Saziya Lêborîna Navnetewî li ser îhtimala îdamkirina 28 kesan ji wan sê zarok ji aliyê rêjîma mela ve hişyarî da û nivîsî: “Herî kêm 28 kes ku 3 ji wan zarok in dibe renge bi sedema serhildana seranserî ya li Îranê bêne bidarvekirin.

Saziya Lêborîna Navnetewî nivîsiye: “Desthilatdarên rejîma Îranê lewma cezayê bidarvekirinê bi ser xelkê de disepînin da ku wekî emrazek givaşa siyasî bikar bînin da ku serhildana xelkê bi dawî bînin.”

Saziya Lêborîna Navnetewî faylek ji wê nameya daxwakarî belav kiriye û daxwaz kiriye ku hemû kes li seranserê cîhanê kopiyekê ji vê nameyê ji bo nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Brukselê ji bo bi nav Serokê Dezgeha Dadwerî ya rejîmê, Xulamhusên Muhsênê Êjeyî re bişînin.

Saziya Lêborîna Navnetewî di vê nameyê de navê çendîn kesan belav kiriye ku li bi nav dadgehên rejîmê de bi tohmeta “dijayetîkirin bi Xwedê re” wate (Miharibe) bi îdamê hatin ecezakirin.

Saziya Lêborînê daxwaz ji hemû xelkê cîhanê kiriye ku ji Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Yekîtiya Ewropayê li Brukselê nameyekê binivîsin û daxwaza rakirina hukmê îdamê bikin.