Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji destpêka xwenîşandanên seranserî ve heta niha 650 xwendekar hatine girtin

10:07 - 26 Kanûna pêşîn 2022

Kanûna Navnetewî ya Zanîngehên Îranê di nameyekê de ji bo serokên zanîngehên Îranê ji revandina sedan xwendekar ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve daye zanîn û nivîsiye: “Ji destpêka xwenîşandanên dije rejîmê li Îranê heta niha zêdetir ji 650 xwendekar hatine girtin û bo girtîgehan hatine veguhastin.”

Kanûna Navnetewî ya Zanîngehên Îranê di nameya xwe de daxwaza rohnbûna bikujên xwendekaran di nav xwenîşandana de û pêragihîştina reşwa xwendekarên girtî kiriye.

Pêka gotina wê Kanûnê, 21 xwendekar bi tohmetên beşdarîkirin di nav xwenîşandan de bi 5 sal girtîgeh û hejmarek zêde jî bi qamçiyan hatina cezadan.

Di vê nameyê de xwendekaran daxwaza destjikarberdana berpirsên bêkîfayet ên zanîngehan jî kirine û nivîsîne: “Ji ber ku serokên zanîngehan şiyana pêwîst ji bo piştevanîkirina xwendekarên zanîngehê yên di bin rêveberiya xwe de nînin, tê çaverêkirin ku hindî zû ye dest ji postên xwe berdin."

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê “Hêrana”yê  jî, di rapora xwe de daye zanîn ku ji rêkevta 26ê Xermananê heta roja 3ê Befranabarê aliyê kêm 664 xwendekar ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.