Ciwanên netirs û şoreşger ên bajrê Sinê bang li hemû gelên serhildêr ên Îranê kirin ku bi grev û serhildanên giştî dawî bi rejîma Axûndî bînin.
Ciwanên şoreşger ên taxên bajarê Sinê roja Yekşemê 4ê Befranbara 1401an a Rojî, bi belavkirina daxuyaniyekê banga greva giştî û serhildanê li dijî rejîma Axûndî kirine û dane zanîn: “Gelo dema bi dawîhatina rejîmê nehatiye? Gelo dema vê yekê nehatiye em bi ser tirsa xwe de zal bin û bi yekdengî li hember hêzên serkutkar ên rejîmê bisekînin?
Di beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye: “Em bi girtina dukan û bazarên xwe ji birçîna nemirin û divê em bîr ji xwîna bi neheqî rijiyayî ya ciwanên welatê xwe bikin ku bi destên rejîma dîktator hatiye rijandin, û rêya wan ji bo bidestxistina armanc berdewam bikin û dawî bi wê rejîmê bînin”.